Garantiya Bi Sînor
Jibo dabînkirina hestiyariya pîvandinê ya berdewamî, tev amûrên tan-
siyonê, birêkûpêkî, ji nû ve kalîbrekirina wan pêwîst e. Ji mêjûya hilberan-
dina wê ve bi 2 salan pê de, em pêşniyar dikin ku hûn amûra xwe li gel
dîstrîbutorê xwe yê herêmê an jî hawirdekarê xwe, ji nû ve bidin kalîbre-
kirin. Jibo agahiyên derheq xizmeta ji nû ve kalîbrekirina amûrê û buhayê
barbirî û hilgirtina wê de, bi dîstrîbutorê/hawirdekarê xwe re pêwendiyê
saz bikin.
Ji kerema xwe re bala xwe bidin ser ku ev xizmet ji ber sedemên weke bi-
karanîna der armancê an jî ya xerab, qeza, pêvekirina parçeyên bêdestûr,
guhertinên ne bi ewle, bihevxistina şaş, guhertin an jî tamîrkirina bêdestûr,
bikaranîna şaş ya elektrîkê an jî çavkaniya hêzê, windabûna hêzê, xistina
wê ya erdê, parçeyekî ku çêker jibo lênerîna amûrê pêşniyar kiribe xesarê
bibîne û nekaribe bê bikaranîn, xesara bargiriyê, dizî, xemsarî, vandalîzm
an jî şert û mercên derdorî, di pêvajoya wê ya mayîna li damezrana resto-
rekirinê/tamîrkirinê windabûna bikaranînê an ber parçeyên ku bi awayeke
din li bende tê mayin an jî her cûreyê der venêrana dîstrîbutor an hawir-
dekar pêk tên.