Guherînên di pestoya xwînê de
(hîper tens: tê wateya kesê ku li ser wî/wê amajeya tansiyona bilind heye.)
Grafîka li jêr, li ser pîvandinên di seranserê rojekê de her ji 5 xulekan ca-
rekê hatine kirin, guherînên pestoya xwînê nişan dide. Xêza stûr, nûneriya
xewê dike. Zêdebûna di pestoya xwînê a li saet 16.00 (di grafîkê de "A") û
a li 00:00 de (di grafîkê de "B") beramberî êrîşa êşekî ye.
Bergirî
• Vê pirtûkokê û amûrê ji dêla pêşniyareke ji aliye bijîşkê we, nasandina
pirsgirêkeke tenduristiyê an dermankirina wê an jî reçetekirina derman-
an bikarneynin. Ger pirsgirêkeke we ya tenduristiyê pêk bê, tavilê serî li
bijîşkê xwe bidin.
• Beriya pîvandinê, pirtûkoka bikaranînê baş bixwînin û jibo hûn her dem
jê agahî bigirin li nêzî xwe bigirin.
• Ev amûr, li gel leza lêdana dil, jibo pîvandina pestoya xwînê ya "sîstolîk"
û ya "diyastolîk", rêbaza "osîlometrîk" bikartîne. Bikaranîna wê ya ji aliye
kesên di temenê ji 18 salî zêdetir ve tê pêşniyarkirin û bikaranîna wê ya li
ser pitik an jî zarokan nayê pêşniyarkirin.
• Ev amûr jibo bikaranîna li malê hatiye sêwirandin û ne li gor bikaranîna
li klînîkê ye.
• Li der germayiya kêm (hêrî kêm 41 °F/5 °C) û bilind (herî zêde 104 °F/40
°C) an jî di navbera hêwiya (%15 ~ %93 R.H.) de pîvandinê nekin; dibe ku
hûn pîvandina di berevajî vê de nirxên ne rast bidestbixin.
• Ger we hê nû vexwarinekî bi kafeîn vexwaribe an jî cixare kişandibe, be-
riya pîvandinê bi qasî 30 ~ 45 xulekan rawestin.
• Beriya hûn pîvandinê bikin bi qasî 5 ~ 10 xulekan bêhna xwe vedin.
• Jibo destûrdayina rehên xwe yê xwînê ku jibo vegere rewşa xwe ya be-
riya pîvandinê, ji kerema xwe re di navbera pîvandinan de herî kêm 3 ~
5 xulekan rawestin. Hûn dikarin dema xwe ya rawestinê li gor rewşa xwe
ya fizyolojîk diyar bikin.
• Bikaranîna heman zendê (weke tercîh) û her roj pîvandina di heman
Pestoya xwînê ya takekesî, him
weke rojane him jî weke dem-
salane bi awayekî zêde diguhe-
re. Ev guherîn, li ser nexweşên
"hîper tens" hê diyar e. Di rewşa
asayî de pestoya xwînê; di dema li
kar de hildikişe û di dema di xew
de jî di asta herî kêm de ye.