Plusmed pM-B51 Mode D'emploi page 85

Table des Matières

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 42
demjimêrê de tê pêşniyarkirin.
• Rehet rûnin û bi awayê ku lingên we li erdê di rewşa dûz de be, enîşkên
xwe li ser maseyê bicihbikin. Ji kerema xwe re di dema pîvandinan de
paqên xwe bi ser hev de neavêjin.
• Amûrê li bilindayiya tanga/rasta dilê xwe bigirin. Destê xwe bi awayê ku
berê kefa destê we li aliyê jor binêre sist bikin.
• Pîvandinan li nêvengeke di germayiya odeyê de, bêdeng û rehet bikin.
• Di dema pîvandinê de amûrê nelebitînin an jî nehejînin. Ji kerema xwe re
di dema pîvandinan de neaxivin û bêdeng bimînin.
• Jibîr nekin ku pestoya xwînê li gor rewşa xwezayî/asayî di seranserê rojê
de car caran diguhere; stres, xwarin, kişandina cixareyê, girtina alkolê,
bikaranîna dermanan, çalakiyên fîzîkî û hwd. bandorê lê dike.
• Pestoya xwînê bi awayê asayî, di dema li kar de hildikişe û di dema xewê
de jî di asta herî kêm de ye.
• Pîvandinên pestoya xwîna we, divê ji aliyê bijîşkekî an xebatkarekî tendu-
ristiyê ê profesyonel ve ku derheq paşeroja we ya bijîşkî de agahiya wî/
wê heye bê nirxandin. Jibo ku bijîşkê we binîrxîne, bi awayê bikaranîna
vê amûrê û nivîsandina birêkûpêk yê encamên pîvandinên wê, di derheq
guherînên li ser pestoya xwîna we de hûn dê bijîşkê xwe agahdar bikin.
• Ger hûn xwedî nexweşiyeke geranî ya weke hişkiya reh, nexweşiya ke-
zeba reş, nexweşiya şekir, nexweşiya gurçik, hîpertansiyona cidî, gerana
perîferÎk (ji ber hin sedeman xitimandina rehan) û hwd. bin, beriya hûn
amûrê bikarbînin serî li bijîşkê xwe bidin.
• Ev amûr jibo kesên "aritmî"ya wan heye û ducaniyan, ne guncaw e.
• Pîvandinên pestoya xwînê ya bi vê amûrê têne bidestxistin, bi pîvandinên
bi awayê guhdarkirina manşet (kaf)/stetoskop a ji aliyê çavdêrekî/ê per-
werdekirî têne bidestxistin re hevber e û di nav sînorên dirustiya ji aliyê
standarta "EN 1060-4" ve tê pêşdîtin de cih digire.
Baldarî!
1. Vê amûrê li ser pitikan, zarokan û li ser kesên ku ne xwedî hêza xwe-îfa-
dekirinê ne bikarneynin.
2. Amûr bi parçeyên elektronîk ên hestiyar ve hatiye arastekirin; ji ber vê
yekê, di dema pîvandinê de ji nêvengên elektromanyetîk an jî di warê
elektrîkê de bi hêz, ji telefonên desta, firneyên kurtepêl/mikrovawe û
hwd. dûr bin. Di rewşa berevajî vê de dikare weke berdem, arîzeya xwen-
dinê lê çêbibe an nirxên pîvandinê şaş bixwîne.
3. Pîvandina di nav germayiyên pirr bilin de, dibe ku hevbandoriya gerana
xwînê ya ku dikare bibe sedema weke xwînbûna di bin çerm de an jî bi
awayê berdem, tevizîna zendê we. Bi awayê giştî, ev nîşane divê dirêj
nedomin. Lê belê ger hûn di demeke kurt de rehet nebin, jibo alîkariyê, ji
kerema xwe re serî li bijîşkê xwe bidin.

Publicité

Table des Matières
loading

Table des Matières