Armanca Bikaranînê - Plusmed pM-B51 Mode D'emploi

Table des Matières

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 42
Redkirina Berpirsiyariya Bijîşkî
Ev pirtûkok û amûr, cihê pêşniyarên ku ji aliyê bijîşkê we ve têne dabînkirin
nagire.
Divê tu car agahiyên di vir de cih digirin an vê amûrê hûn jibo nasandin û
dermankirina pirsgirêkên tenduristiyê an jî jibo danivîsandina dermanekî
bikarneynin. Ger pirsgirêkekî we ya tenduristiyê pêk bê an jî hûn jê şik
bigirin, tavilê serî li bijîşkê xwe bidin.
Armanca Bikaranînê
Ev amûr, li gel leza lêdana dil, weke xweber, jibo pîvandina tansiyona me-
zin (sîstolîk) û tansiyona biçûk (diyastolîk) rêbaza "osîlometrîk" bikartîne.
Pîvandinê, ji qewda dest/zend dike.
Tev nirx, dikare bitenê ji ser panelekî LCD bê xwendin.
Amûr jibo bikaranîna li malê hatiye sêwirandin û jibo berdarên 18 salî û di
ser re yên ku dorhêla zendên wan di navbera 135 ~ 195 mm (li nêzî 5,3 ~
7,7 înç) de diguhere re tê pêşniyarkirin.
Derheq Tansiyonê de
Tansiyon çi ye?
Tansiyon, (pestoya xwînê), pîvandina hêza xwînê ya ji dîwarên rehan pestê
dike ye. Pestoya xwînê ya "arteriyel", di dema fetla dil de bi berdewamî
bilind/kêm (pêlpêlî) dibe. Ji pestoya herî bilind ya di fetlê de re pestoya
xwînê ya "sîstolîk" tê gotin û nûneriya pestoya di nav "arter" de a ku
dema dil lê dide dike. Pestoya herî kêm, pestoya xwînê ya "diyastolîk" e
û nûneriya pestoya di nav "arter" de a ku dema dil rihet e dike ye. Jibo
nirxandina pestoya xwîna nexweşekî, ji bijîşkekî re him nirxa pestoya
"sîstolîk" him jî ya "diyastolîk" pêwîst e.
Çalakiya fizîkî, anksiyete (rewşa tirs, xem, diltengî û hwd.) an jî faktorên ji
hev pirr cûda yên weke di demeke ji nava rojê de pêk tê, dikare bandorê
li pestoya xwîna we bike. Pestoya xwînê bi giştî, di demên sibehê de kêm
e û ji piştî nîvro heta ber bi êvarê dest bi bilinbûnê dike. Weke navincî; li
havînan hê kêm e û li çile jî hê bilind e.

Publicité

Table des Matières
loading

Table des Matières