Télécharger Imprimer la page

Plusmed pM-K01K Mode D'emploi page 33

Publicité

Rê û Rêzanên Pîvandinê
Hin agahiyên biker ku ew dê alîkariya we ya jibo hûn pîvandinên hestiyartir bigirin:
• Tansiyon bi her lêdana dil diguhere û di seranserê rojê de bi berdewamî cihêtî nîşan
dide.
• Dibe ku ji sekanî û rewşa fîzyolojîk ya/yê bikaranîner û hêmanên din, li tomara pîvan-
dina tansiyonê bandorê bike. Jibo bidestxistina tansiyona herî bi hestiyar, piştî spore,
serşokê û xwarinê; vewarina vexwarinên bi alkol û kafeîn an jî kişandina cîgareyê bi
qasî saetekî rawestin.
• Ji ber ku hestiyariya pîvandina di rewşa sist de hatiye kirin dê hê bilind be, tê pêşni-
yarkirin ku beriya pîvandinê herî kêm bi qasî 5 xulekan bi awayeke aram rawestin.
• Di rewşeke hûn bi girêcan bin an jî tengezar bin pîvandinê nekin.
• Di dema pîvandinê de neaxivin û masûlkeyên mil an jî destê xwe nelebitînin.
• Tansiyona xwe dema laşê we di germayiya xwe ya normal de be bipîvin. Ger hûn qefilî
bin an jî bi ser we de germayî hatibe, beriya hûn pîvandinê bikin demekî kurt rawestin.
• Ger ev amûra pîvandinê di germayiyeke pirr kêm de bê hilanîn, beriya hûn wê bikar-
bînin herî kêm biqasî saetekî li cihekî hênik bihêlin.
• Beriya ku hûn pîvandineke din bikin 5 xulekan rawestin.
1. Jibo di nav zimanan de hilbijartina ziman, pêl bişkovka "Hilbijartina Ziman" bikin û
jibo hûn wê hilbijartinê erê bikin pêl bişkovka "VEKE/BIGIRE/DESTPÊK" bikin.
2. Pêl bişkovka "VEKE/BIGIRE/DESTPÊK" bikin. Beriya ku vegere "0", bi qasî nêzî çirke-
yekî tev nîşan dê xuyanî bikin.
3. Amûr dê li gor heja lêdana dilê bikaranîner, heta radeyeke nepixandina guncaw ne-
pixandinê xweber bike. Di dema pîvandinê de mayîna bêtevger û bêdeng girîng e. Tu
tevgerekî hêjayê nirxandinê dibe ku bandorê li encamên pîvandinê bike.
4. Dema pîvandin hate temamkirin, tansiyona mezin, ya biçûk û lêdana dil dê di heman
demê de bêne pêşandan û di pergala bîrê de dê weke xweber bê hilanîn.
5. Êdî pîvandin bidawî bûye. Jibo qutkirina hêzê pêl bişkovka "VEKE/BIGIRE/DESTPÊK"
bikin. Ger pêl tu bişkovkê neyê kirin, amûr dê di nava xulekekî de weke xweber bê
girtin. Pergal, ger jibo tansiyona we bipîve, destnîşan bike ku laşê we ji yê heyî zê-
detir pêdiviya wê bi pestoyê heye, amûr dê ji nû ve biqasî nêzî 220 mmHg dê weke
xweber binepixe.
Têbinî:
1. Ev amûra pîvandinê, bi dû xebitîna dawî de piştî nêzî xulekekî dê weke xweber bê girtin.
2. Jibo hûn pîvandinê qût bikin, pêl bişkovka "VEKE/BIGIRE/DESTPÊK" an jî ya bîrê bikin.
3. Di dema pîvandinê de neaxivin û masûlkeyên mil an jî destê xwe nelebitînin.
33

Publicité

loading