Plusmed pM-KN01 Mode D'emploi page 63

Table des Matières

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 31
HIŞYARÎ: Gava ku oksîjen bê dayîn heke rewşeke xeternak û nedîtî derkeve holê, yekser serî li
firoşkarê cîhazê bidin an jî ji doktorê xwe re bêjin.
HIŞYARÎ: Ji bo nexweşên rewşa wan giran cîhazeke din a kontrolê bi kar bînin. Heke rewşeke
xeternak û nedîtî derkeve holê, yekser serî li firoşkarê cîhazê bidin an jî ji doktorê xwe re bêjin.
HIŞYARÎ: Heke oksîjen bi kesî nayê dayîn, divê cîhaz bê girtin.
HIŞYARÎ: Dema ku cîhaz dixebite devikê pêşiyê û yê piştê venekin. Gava pirsgirêkek derket
cîhazê ji hev venekin. Heke cîhazê alarm da an jî rewşeke nedîtî derket holê, serî li firoşkarê cîhazê
bidin.
HIŞYARÎ: Dema ku cîhaz dixebite, baş pê ewle bin ku ji aliyê jêr, valahî bê rawest berdewam
dike. Heke na, dê cîhaz zêde germ bibe.
HIŞYARÎ: Gava ku cîhaz dixebite, bi awayekî periyodîk dengê valakirinê tê. (13 saniyeyan carekê)
HIŞYARÎ: Ji bo ku cîhaz bo xebitandinê amade be divê 5 deqqeyan germ bibe.
HIŞYARÎ: Cîhaz tenê ji bo oksîjenê ye. Piştî ku deketina hewayê normal bû, dereceya konsant-
rasyona oksîjenê heta %90î derdikeve.
HIŞYARÎ: Alava hêwîder ava dîstile yan jî kelandî û sarkirî di'emilîne. Ava ku tê tijîkirin divê ji
xêzikê derbas nebe.
HIŞYARÎ: Alava hêwîder li gel cîhazê bi kar bînin û li gor keyfa xwe cihê wê neguherin. Dibe ku
nexweşî acîz bike an jî bibe sebebê pirgirêkên din.
HIŞYARÎ: Gava nîşandera xêzikê ji asta normal ya oksîjenê derbas bû, divê ji bo t'emîr û 'ediland-
inê firoşkarê cîhazê an jî fîrma bê agahdarkirin.
HIŞYARÎ: Bişkoka 'eyaran bo kapasîteya herî zêde hat 'eyarkirin pîvana herikbariya oksîjenê sifir
be, yekser cîhazê bigrin û kontrol bikin ka pirsgirêk çi ye.
HIŞYARÎ: Cîhazê zêde venekin û negrin. Piştî ku we girt, ji bo vekirinê 5 deqqeyan bisekinin.
(Gaza di nav cîhazê de bi temamê vala bikin. Heke kompresora hewayê ji ber presa hewayê vebe,
dê temenê cîhazê kurt bibe.)
HIŞYARÎ: Piştî ku we bişkoka cîhazê vekir bişkoka pîvera herikbariya oksîjenê jî yekser vekin.
HIŞYARÎ: Ava di şûşeya hêwîder de, bi taybetî demsala havînê, 2-3 rojan carekê biguherin. Heke
hûn ê cîhazê çend rojan bi kar neynin, avê bi temamî vala bikin û şûşeyê ziwa bikin.
HIŞYARÎ: Tupa oksîjenê û alava hêwîder, bi cîhazê re an jî bi heman model3e re bi kar bînin.
Heke hûn modelên din bi kar bînin, baş pê ewle bin ku ew veberhênerê oksîjenê bi wê modelê bê
pirsgirêk dixebite. Tupa oksîjenê bo nexweşan e, wê tupê belasebeb neavêjin çopê.
HIŞYARÎ: Tup, maskeya oksîjenê û pifkerê hewayê, heke bi nexweşan re temas kir, divê bê
dezenfektekirin, paqij û sterîl be berî bikaranîna duyem.
HIŞYARÎ: Tupa oksîjenê ku temasa wê bi nexweşan re çêbûye, divê bi alkola %75 derece bê
dezenfektekirin. Ji ber talûkeya enfeksiyonê di nav nexweşxaneyê de tupa oksîjenê nedin binkeyên
din.
63

Publicité

Table des Matières
loading

Table des Matières