5.4. Prosedura pîvandinê
Piştî ku kaf bi awakî rast hate danîn hûn dikarin dest bi
pîvanê bikin:
a) Pêl li bişkoka VEKİRİN/GİRTİNê (ON/OFF) bikin,
pompeyê dest bi nepixandina kafê bike. Pesta kafê ya
ku zêde dibe bidom duxuyê.
b) Piştî ku gihîşte pesta nepixandinê pompe disekine û
pest hêdî hêdî kêm dibe. Di dema pîvanê de pesta kafê
(tîpên mezin) xuyan dike. Dema ku haletê lêdanê dil
pêdand, nîşana dil li ser ekranê dest pêdike vêdişkeve
û vedimire û ji bo her lêdaneke dil dengekî bib tê bi-
hîstinê.
c) Niha ku pîvandin qediya, nirxên pesta xwînê ya sîstolîk
û diyastolîk pêlên lêdana dil yên ku hatine pîvandinê
xuya dike.
Mînak (Şikl): sîstolîk 118, diyastolîk 73, lêdanê dil 75
Nîşandana encamên pîvanê mûmkûne heta halet bê
girtinê. Ger demeke wek 3 deqîqa pêl li tu bişkokê neyê
kirinê, ji bo ragirtina pîla halet bixwe tê girtinê.
5.5. Hîştina pîvandinê di nîvcî de
Ger hûn bixazin ji bo her çi sedemekî pîvandinê di nîvcî de bihêlin (mînak nex-
waş xwe baş hes meke), çi weqtî bixazin hûn dikarin pêl li bişkoka VEKİRİN/
GİRTİNê (ON/OFF) bikin. Piştî wê halet bixwe yê pesta kafê vala bike.
5.6. Bîr – barxane kirina pîvandina û bîranîna wana
Haleta tansiyonê bixwe nirxên 120 pîvandinên dawiyê barxane dike. Dema ku
pêl li bişkoka BÎRê bê kirin, pîvana dawiyê (MR1) û 120 pîvanên dawiyê (MR2,
MR3....,MR120) digel nirxeke kêmzêde ya 3 pîvanên dawiyê mûmkûne ku yek
bi yek bê nîşandanê.
(MR1: nirxê pîvana dawiyê) (MR2-MR120: nirxê pîvana pêşya MR1ê)
78