Plusmed pM-7E A Mode D'emploi page 47

Table des Matières

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 22
Bikaranîn û Lênerîn
1. Bikaranîn û Lênerîn
• Jibo bidestxistina performansekî baş, beriya bikaranîna mijerê, li gor kirariyên weke montaj û gir-
tina wê ya karsaziyê wê venêran bikin, bi dû de rêbera mijandinê û katetera hatiye sterîlîzekirin
pêvebikin û yekeyê bidin xebitandin;
Têbinî: Beriya bikaranîna katetera mijandine ya bi mijerê re hatiye dayîn, ji kerema xwe re
rêwerzan bixwînin.
• Eyarê pestoya neyînî ya jibo kirariya mijandinê pêwîst e, bi alîkariya waneya eyarê bidin kirin. Li
gor rewşê, bişkovkê vekin/bigirin û di dema kirariyê de bi awayeke baldar, çavdêriya asta şileya
di qaba şileyan de ye bikin. Ger asta şileya di qaba şileyan de ye bi aliyê asta zerengiya nomînal
ve hilkişiya be, kirariya mijandinê bidin sekinandin (Ger mijer bi qasî 10° xwar be jî ev derbasdar
e) û bi dû valakirinê û pakkirinê de ji nû ve bikarbînin. Berevajî vê rewşê, her ku asta şileyê
bilind bibe, heta ku wane bê girtin dê şamandra jî bilind bibe û weke xweber, kirariya mijandinê
bisekine/raweste.
Têbinî: Bi dû girtina yekeya diserreçûnê de asta şileyê hê jî bi aliyê bilindbûnê de bidome, rêbaza di
beşa "Taqîkirin û muayenekirina yekeya diserreçûnê" de hatiye nîşandayin bipeyikînin.
• Bergiriyên rewşên lezitî yên di dema bikaranînê de:
-Di rewşa ku katetera mijandinê ji ber belxama tîr an jî "mukus"ê bixitime, jibo valakirina pestoya
neyînî, waneya eyarê pestoya neyînî tavilê sist bikin û bi dû guhertina lûleya mijandinê de kirariya
mijandinê ji nû ve bidin destpêkirin;
-Bi dû temamkirina kirariya mijandinê de derxistina katetera mijandinê ku dê pirr dijwar bibe an
jî lûle bi tevînêkê laş ve zeliqî be, jibo sistkirina waneya eyarê pestoya neyînî, rêbaza li jor hatiye
nîşandayin bipeyikînin.
Têbinî 1: Beriya destpêkirina mijandinê, lûleyê weke hûn bixin şiklê "V"yê wê bitewînin, bi dû
xebitandina yekeyê de, dema pestoya neyînî bigihîje nirxa tê armanckirin, katetera mijanê bi dera
nexweşî/ê ya bi belxam ve pêvebikin, bi dû de lûleyê bixin rewşa wê ya orîjînal. Bi vî awayî, bandora
mijandinê dê bilezûbez pêk bê.
Têbinî 2: Katetera mijandinê, dê rayedarê bijîşkiyê, li gor pêdiviyên klînîk hilbijêre.
Têbinî 3: Mijer, dê li gor çarçoveya kirarî û bikaraninên di rêbera bikaranînê de hatiye rêzkirin/
nîşandayin, bi guncîna temamî a dê rêwerzên rayedarê bijîşkiyê bide bê bikaranîn. Ger tu pirsgirêk
hebe, serî li karciva peydeker an jî ya hilberîner bidin.
47

Publicité

Table des Matières
loading

Table des Matières