Plusmed pM-7E A Mode D'emploi page 45

Table des Matières

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 22
Têbinî: Ger katetera mijandinê bixitime, rêbazên li jêr hatine nîşandan bişopînin:
Rêbera mijandinê weke "V" bitewînin (Di wê demê de divê di qaba şileyan de tu şile tune be) û heta
pestoya neyînî bigihîje nirxa xwe ya herî bilind, jibo ku vegere rewşa xwe ya orîjînal wê berdin. Heta
xitimandina kateterê vebe, vê kirariyê dubare bikin.
5. Eyarê Pestoya Neyînî
Têketana mijanê bigirin, bişkovka mijerê bînin ser rewşa "vekirî" û waneya pestoya neyênî eyar
bikin; nirxên ku dê pestopîv nîşan bide dê 150mmHg ~ a di navbera nirxa sînorê pestoya neyînî de
be.
• Di dema peyikandina klînîk de, pestoya ku pêwistiya kirariya mijandinê pê heye, bi waneya
pestoya neyênî venêran bikin;
• Jibo bilindkirina pestoya neyînî, waneyê bi aliyê rastê ve bizivirînin;
• Beriya hûn pêvegirêdana elektrîkê jê qut bikin, pestoya neyînî daxin 150mmHg'an.
6. Taqîkirin û muayenekirina yekeya diserreçûnê
• Devgirteka qaba şileyan vekin; devê wanayê pak bikin, bilindayiya devika plastîk a waneya li
ser şamandrayê, bînin heman astê. Devika waneyê divê xwar nebe, netewe û neyê şikestin; lê
bi şamandrayê ve bi awayê birêkûpêk bê girêdan. Şamandra, bêyî ku li ser desteka xwe bi tu
astengiyan re rû bi rû bimîne, bi awayeke serbest bikaribe tevbigere;
• Jibo bi rûxarê avê re têkildarkirina şamandrayê a bi awayê tîk û rasterast, devgirteka qabê bi
destê xwe ve rakin/derbixin. Jibo bilindbûna şamandrayê devika qabê bi awayê hêdî hêdî bi aliyê
jêr ve daxin.
• Devgirteka qabê bişidînin/asê bikin, rêbera lûleya mijandinê bi têketanê ve girêbidin û waneya
eyarê bi awayeke şid bizivirînin, bi dû de mijerê bixebitînin.
• Rêbera mijandinê bixin satilekî bi ava pak hatiye dagirtin an jî bi awayê mijandinê, di qaba şileyan
a yekeyê de komkirina şileyan, hevşêweya peyikandina rastîn bikin. Weke encam, dema asta
şileyê bilind bibe, dê şamandra jî heta ku wane bê girtin hilkişe/bilind bibe û kirariya mijandinê
dê weke xweber bisekine. Derawayê asta şileyê, bi rê û rêzanên mijandinê a tê peyikandin ve
girêdayî ye.
• Waneya eyarê vekin, bişkovka mijerê bînin ser rewşa "girtî", devgirteka qabê vekin û şileyê di
hundirê qabê de vala bikin. Dema hûn devgirteka qabê bi awayê şid bişidînin, divê şamandra, li
aliyê binî yê destekê be û rewşa waneyê di rewşa "vekirî" de be;
Di vê rewşê de tê pejirandin ku yekeya diserreçûnê weke di rewşa asayî de ye û di peyikandinên
klînîk de dikare bê bikaranîn
45

Publicité

Table des Matières
loading

Table des Matières