Eyara Pesta Destpêkê ta Rampê
"Moda Eyarkirinê" bi frekansa 1 Hz vêdikeve û vedimire
11. Kontrolkirina tevahiya dema ku maske girêdayî
Dema ku di moda eyarkirina pesta hewayê ya destpêkê de ye, pê li bişkoka
"MODE" bikin, cîhaz derbasî moda kontrola dema ahengê dibe. Li ser
ekrana LCD "Compliance Hrs xxxx.x" xuya dibe, xxxx.x dema ahengê ye.
Ev nirx nayê guhertin, bi tenê mimkun e ku ji nû ve bê eyarkirin. Ji bo ji nû
ve eyarkirinê 2 saniyeyan pê li "+" + "-" bikin.
Dema Ahengê
12. Kontrolkirina dema tevahî ya xebitîna cîhazê
Dema ku di moda kontrolkirina dema ahengê de ye, pê li bişkoka "MODE"
bikin, derbasî kontrolkirina dema xebitandinê dibe. Li ser ekrana LCD "Unit
Hrs xxxx.x" xuya dibe, xxxx.x tevahiya dema xebitandina cîhazê ya piştî fe-
brîkayê ye. Ev nirx nayê guhertin, bi tenê mimkun e ku ji nû ve bê eyarkirin.
Ji bo ji nû ve eyarkirinê 2 saniyeyan pê li "+" "-" "+" "-" "+" "-" bikin.
Dema xebitînê
13. Kontrolkirina tevahiya dema xebitandina cîhazê ya piştî
çêkirina wê
Dema ku di moda kontrolkirina dema tevahî ya xebitîna cîhazê de ye, pê
li bişkoka "MODE" bikin, bi vî awayî derbasî moda kontrolkirina tevahiya
dema xebitandina cîhazê. Li ser ekrana LCD ""Unit Hrs xxxx.x" xuya dibe,
xxxx.x tevahiya dema xebitandina cîhazê ya piştî febrîkayê ye.
Saeta Yeke
14. Moda eyarkirina maske derket a bideng an bêdeng
Dema ku di moda eyarkirina maske derket a bideng an bêdeng de ye, pê
li bişkoka "MODE" bikin, bi vî awayî cîhaz derbasî moda eyara deng der-
ketina maskeyê dibe. Li vir du vebijêrk hene: Eyara bideng a maske derket
an jî eyara bêdeng a maske derket. Berî xebitandinê li gor xwe vebijêrkekê
hilbijêrin.
Eyara maske derket a bêdeng
Eyara maske derket a bideng
15. Vegerin moda payînê
Ji bo ku hûn ji moda eyarkirina cîhazê derkevin û ji nû ve derbasî moda
payînê bibin pê li bişkoka "START/OFF" bikin.
16. Xebitandina bi PCê
Moda eyarkirina cîhazê bi PCyê jî çêdibe. Bi kabloya USBê cîhazê bi PCê ve
girê bidin, dûre di PCya xwe de nivîsbariya (yazılım) "CPAP"ê bixebitînin. Ev
nivîsbarî derfetê dide ku hûn gelek eyarên cîhazê ji PCê bixebitînin. Dema
ku cîhaz bi kompîturê ve negirêdayî be, derbasî moda USB dibe. Herikîna
pestê ya cîhazê disekine û li ser ekrana wê "USB" xuya dibe. Kanloua USBê
derxin, bi vî awayî ji nû ve dikeve moda payînê.
Kabloya USB Girêdayî
Paqijkirin û Sterîlîzasyon
Tê pêşniyazkirin ku piştî her bikaranînê xertûma hewayê û maske bi
ava germ baş bê paqijkirin û di nav rojê de piştî bikaranîna dawî jî bi
deterjaneke sivik bê paqijkirin. Heger bijîşkê we an jî terapîstê we yê
hilmijê pêşniyazeke din a paqijkirinê bikin, li gor wê tevbigerin.
Şuştin (piştî her bikaranînê)
1. Xertûma hewayê û maskeyê derxin.
2. Navdevk (ağızlık) û maskeyê bi avê bişon.
3. An bi paçekî paqij û nerm ziwa bikin an jî bihêlin bila bi xwe ziwa bibe.
4. Piştî ku bi temamî ziwa bû, cîhazê ji nû ve tevxin û van parçeyan têxin
hundirê qutîkeke ziwa û îzolekirî.
Dezenfeksiyon
Heta ku bijîşkê we awayekî din pêşniyaz neke, ji bo dezenfeksiyona CPAPê
van telîmatan bipeyikînin. Tê pêşniyazkirin ku cîhaz di nav rojê de piştî
tedawiya dawî bê dezenfektekirin.
19