Serinca maske derket: Dema k udi moda xebitîna normal an jî di ya
rampê de be, heger maskeya rûyê nexweş derkeve, li ser ekranê "Serinca
maske derket" xuya dibe: Vê wextê, roniya ekrana paş bi dirêjiya 1 deqeyê
di frekansa 1 HZ de vêdikeve û vedimire. "BİP'li Maske Çıktı" modu ça-
lışma öncesinde ayarlanmışsa, "Maske çıktığında" alarm da çalacaktır ve
alarm kapatılana kadar 1 dakika boyunca çalacaktır. Heger berê moda
"Maske derket ya bi BÎP" hatibe eyarkirin, dema ku "Maske derkeve" dê
alarm jî lêkeve û heta ku alarm bê girtin dê bi dirêjiya 1 deqeyê lêkeve.
Serinca Derketina maskeyê dema rampê
Roniya ekrana paş bi dirêjiya 1 deqeyê di frekansa 1 HZ de vêdikeve û
vedimire
Ketina maskê di modeya xebata normal da
Ronahîya paşxanê bi şideta frekansa 1 Hz tê biberiqe
Li jêr, prosedurên derbarê eyarkirina cîhazê de hatine dayîn.
5. Guhertina moda eyarkirina cîhazê
Dema ku di moda payînê de ye, di heman demê de pê li bişkokên "RAMP",
"-" 'û "Start/Off" bikin, bi vî awayî dê moda eyarkirina cîhazê vebe.
Vê wextê wê cîhaz bi pesta hewayê ya berê ayerkirî dest bi xebitînê bike
6. Eyarkirina pesta xebitînê
Ev prosedur, ewilî dikeve moda eyarkirina pesta xebitînê. Li ser ekrana LCD
îbareya "Pressure XX.X cmH2O" xuya dibe. "XX.X hejmara pesta hewayê
ye ku em dixwazin ji bo moda xebitîna normal a cîhazê eyar bikin. Ji bo
guhertina vê hejmarê bişkokên (+) an (-) bi kar bînin. Her ku hûn pê li
bişkokê dikin hejmar, 0.5 cmH2O zêde/kêm dibe. Ji bo eyarkirina bileztir li
ser hev pê li bişkokê bikin.
Eyarkirina Pesta Xebitînê
"Moda Eyarkirinê" bi frekansa 1 Hz vêdikeve û vedimire.
18
7. Moda eyarkirina bilidayiyê
Dema ku xebitîn di moda eyarkirina pesta hewayê de ye, pê li bişkoka
"MODE" bikin, bi vî awayî cîhaz derbasî eyarkirina moda bilindayiyê dibe. 4
pileyên bilindayiyê yên cuda hene ---- pê li (+) û (-) bikin û bibin ser pileyên
1, 2, 3 û 4 ku bi dorê dirêjiya wan bi qasî 0-2500, 2500-4000, 5000-7500
û 7500-9000 feet e.
8. Moda eyarkirina pesta hewayê
Dema ku xebitîn di moda eyarkirina bilindayiyê de ye, pê li bişkoka "MODE"
bikin, bi vî awayî cîhaz derbasî moda eyarkirina pesta hewayê dibe. Li
ser ekrana LCD, "Fine Adjustment Pressure X.X" xuya dibe. Li vir "X.X"
nirxa kalîbrasyonê ye. Ji bo pîvana pesta hewayê ya di porta jêderketê de
manometreyekê bi kar bînin û nirxa pîvayî û nirxa eyarkirî bidin ber hev.
(+) an (-) bi kar bînin û eyar bikin. Mîsal, heger nirxa pîvayî ji ya eyarkirî bi
3 mmH2O zêdetir be, divê hûn pê li bişkoka (-) bikin û vê nirxê daxin 0,3
mmH2O. Frekanda eyarkirina X.Xê di navbera -3.0 û 3.0 cmH2O de ye, di
her pêlêkirinê de bi qasî 0.1 cmH2O zêde dibe.
Eyara Pestê
"Moda Eyarkirinê" bi frekansa 1 Hz vêdikeve û vedimire
9. Eyarkirina dema moda rampê
Dema ku di moda eyarkirina pesta hewayê de ye, pê li bişkoka "MODE"
bikin, cîhaz derbasî eyara dema rampê dibe. Li ser ekrana LCD "Delay
Time xx min" xuya dibe, xx dema rampê ye. Ji bo guhertina vê nirxê (+) an
(-) bi kar bînin. Ramp süresi ayarlama aralığı 10-60 dakikadır. Frekansan
eyarkirina dema rampê 10-60 deqe ye.
Eyarkirina Dema Rampê
"Moda Eyarkirinê" bi frekansa 1 Hz vêdikeve û vedimire
10. Moda eyarkirina pesta hewayê ya destpêkê
Dema ku di moda eyarkirina dema rampê de ye, pê li bişkoka "MODE"
bikin, cîhaz derbasî moda eyarkirina pesta hewayê dibe. Li ser ekrana LCD
"Ramp Start Pressure xx.x cmH2O" xuya dibe, xx.x nirxa pesta hewayê ya
destpêkê ye. Ji bo guhertina vê nirxê "+" û "-" bi kar bînin- hûn carekê pê
lê bikin wê nirx 0.5 kêm û zêde bibe û hûn bi domdarî pê lê bikin wê bilez
biguhere.