Télécharger Imprimer la page

Plusmed pM-N04 Mode D'emploi page 48

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 22
2. Pakkirina parzûna hewayê
Di parzûna hewayê de lihevcivîna kef û tozê, dê bibe sedema tarîbûna hêdî hêdî ya rengê
"diyaframa/betana zikê" parzûnê û dema nirxa pestoya neyênî ya li ser vakûm-metreyê nîşan
dide, bibe 300mmHg an jî hilkişe ser wê, dê rê li ber kêmbûn û xelasbûna hêza mijandinê ya di
têketana lûleyê veke: Di vê rewşê de, parzûna hewayê, divê bi parzûneke nû ya ji aliyê me ve hatiye
hilberandin re bê guhertin.
Têbinî 1: Hêza mijandinê dê kêm bibe an jî nemîne. Yekeya diserreçûne ger girtî be, pestoya
neyînî dê hilkişe û di dema peyikandinê de dê lûle bixitime. Ji kerema xwe re beşa "Çareserkirina
Pirsgirêkan" bixwînin
Têbinî 1: Hêza mijandinê dê kêm bibe an jî nemîne. Yekeya diserreçûne ger girtî be, pestoya
neyînî dê hilkişe û di dema peyikandinê de dê lûle bixitime. Ji kerema xwe re beşa "Çareserkirina
Pirsgirêkan" bixwînin
3. Guhertina Sîgortayê
Sîgorta li pişta gewdeyê hatiye bicihkirin. Yekeyê bigirin û fîşa wê ji prîzê derbixin; sîgortayê bi aliyê
çepê ve bizivirînin û vekin, bi dû de jî wê biguherînin.
4. Lênerîna Yekeyê
• Jibo pakkirina dîwarê hundirîn ya xortoma mijandinê, tê pêşniyarkirin ku bi xortoma mijandinê re
hinek av bê kişandin; Bi dû bikaranînê de qaba şileyan vala bikin, qabê û devgirtekê bi firçeyekî
an jî paçekî pak bikin, bi avê bişon û sterîlîze bikin (bi tevî yekeya diserreçûne, conta û lûleyan).
Yekeya diserreçûnê jêvekin û jibo pakkirina wê ya bi temamî, ku pêwîst be, şamandrayê ji deste-
ka wê derbixin. (Tebinî: Devika plastîk ya wanayê divê ji şamandrayê veneqete.). Bi dû bikaranînê
de, jibo pakkirina belxama rikdar û bermayiyên "mukus"ê ên di lûleyê de mane, serûma fîzyolojîk
bikarbînin. Ger katetera mijandinê ne dirust be, wê biguherin. Bikaranîna kateterên mijandinê ên
jibo bikaranîna carekî têne pêşniyarkirin; Qaba şileyan, devika wê û tev lûleyan bi qasî saetekî
bixin nav dezenfektana bi tabletên dezenfeksiyonê a Kangweida (jibo her tabletî 0.5 g.) ku xwedî
rêjeya 1:500 bi konsantrasyon ve hatiye amadekirin.
Têbinî: jibo parastina wê ya li hember ketina di dema kirariya pakkirin û peyikandinê de, qaba cam
a şileyan, li dûrî amrazên tûj bigirin.
Rûberê der yê kewdankê, bi paçekî hinek hatiye şilkirin ve pak bikin û baldar bin ku tu daringên
şileyî neçizire hundirê pompayê. Derên bi tîpan an jî bi şiklan ve hatine nîşandan, bi misogerî pak
nekin. Makîneyê deynin derên pak û ziwa; bi awayeke vedorî bixebitînin (weke asayî, her ji 6 mehan
carekî).
Têbinî: Beriya ji nû ve bikaranîna yekeya diserreçûnê, rêberê û lûleyên din, li gor rêbaza girêdanê
bi hev ve girêbidin.
48

Publicité

loading