DESTPÊK
Ev rêber, divê jibo sazkirina destpêkirina pergalê û çavkaniya serlêdanê bê
bikaranîn.
Agahiyên Giştî
Ev pergal, pergaleke nivînê bi hewa ye ku dikare jibo bergirtin û dermankirina
ulsera pestoyê bê bikaranîn e.
Ev pergal hatiye taqîkirin û guncandîbûna li gor yekgirtiyên li jêr hatina
nîşandan hatiye destnîşankirin:
EN 60601-1:2006+A11:2011
EN 60601-1-2:2007
Armanca Bikaranînê
Ev berhem, li gel zêdekirina rihetiya nexweşî/ê, armanca alîkariya bergirtina
pêkhatina ulsera jêderka wê pesto ye dike. Her wekî din, jibo armancên li jêr
hatine nîşandan jî tê bikaranîn.
Lênerîna kesane û demdirêj a li nêvengên weke malê yên kesên tengezariya
ulsera pestoyê dijîn.
Birêvebirina êşê ya ji aliyê bijîşk ve hatiye pêşniyarkirin.
TÊBINÎ – Ev arastek, jibo bikaranîna wê ya li nêvengên ku têkilhevên di
nav xwe de daringên şewatok ên weke azot, oksîjen an jî hewayê dihewîne lê
ne, ne guncan e.
Garantî
Pompa, ji dema hate kirîn û pê de heta 2 salan dê di çarçoveya garantiyê de
be. Garantî, rewşên li jêr hatine nîşandan digire nava xwe:
1. Jêçûna bi temamî an jî bi qasî ku nekaribe bê xwendin a jimareya rêzeyê ya
pompayê û nivînê bi hewa.
2. Ji ber girêdanên şaş ên wê yên bi yekeyên din ve, xesar li pompayê an jî li
nivînê bi hewa bibê.
3. Ku ji ber şaşiyekî xesar li berhemê bibe.