Rûber û tîpa lûleyên bi taybetmendiya CPR tîpa nivînên antî-dekubitûs
Hêmanên Karkirinê
• Fişara guherbar a di ritmeke guncav de, ber li wê kompresyona vaskuler a demdirêj a muhtemel
digre ku dibe sedema hîpoksîsiya raçînkan.
• Fişara guherbar, nivînê adapteyî dirûvê guncav bo nexweş û cihê wî/wê dike.
Rêgezên Bikaranînê
Rêbaza derbarê kontrolkirina êşa bifişar de ku bi awayekî keleporî tê pejirandin ew e ku nexweş
serê çend wextekî bi awayekî rêkûpêk bê qulibandin û bi awayekî periyodîk deverên wî/wê yên
rîskê bên çavdêrîkirin. Armanca nivîna bifişar a guherbar pesendkirina çaksaziya navborî, çavdêrîki-
rina nexweşî û ger hewce kir wek beşek ji çaksaziyê qulibandina nexweşî ye.
Giştî
• Nexweşên ku rojê ji 15 saetan zêdetir naçar in di nav cihan de bin.
• Nexweşên ku ji aliyê pêkhatina ulserê ve di bin rîskeke navîn û bilind de ne.
Sazkirin / Bikaranîn
1. Doşekê veke.
2. Li ser nivînê raxe.
3. Pompeyê bi alîkariya çingalan bi ber piyê nivînê ve hilavêse.
4. Xertûmên nepixandina nivînê bi konektora kompresorê (pompeyê) ve girêbide; hay jê hebe ku
serikên wê rastûrê bin.
5. Xwedîkirina enerjiya elektrîkê bi kompresorê (pompeyê) ve girêbide.
6. Sindoqa nivîna pê de bigerîne û li prîza li ser nivînê bixe.
7. Ji bo xebitandina kompresorê (pompeyê) pê li bişkojê bike.
8. Berî tu nexweşî li ser nivînê razînî, li bendê be ku nivîn bi tevahî binepixe.
9. Li gor dirûvê laşê nexweşî fişarê hilbijêre.
Bergiriyên Ewlehiyê
• Gava te ev amêra bielektrîk bi kar anî HAY Jİ XWE HEBE.
• Gava tu bi kar nayînî fîşa wê ji prîzê DERXE.
• Amêrê li cihekî pir hêwî daneyne.
• Berhemên paqijiyê yên korozîf wek paqijkera dohnê pîşesaziyê yan jî solventên asetîk BI KAR
NEYÎNE.
• Gava fîşa wê di prîzê de be WÊ NELIVÎNE.
10