Plusmed pM-T01K Mode D'emploi page 35

Table des Matières

Publicité

Bi Baldarî
1. Dibe ku germayiya laş ya ji guh hatiye pîvandin, li gel germayiya ji dev tê pîvandin, ji ya
ji pind an jî ji binçeng hatiye pîvandin cûda be. Ji ber vê yekê, beramberkirina wan ne bi
wate ye. Jibo bidestxistina daneyê pivandina germayiya normal ya guh, bi navberên bi
rêkûpêkî, pîvandinan bigirin. Bi dû de dema hûn ji tîna laşê xwe bi şik bin û bipîvin, daneye
wê, bi daneyê pîvandinên din bidin ber hev.
2. Ev germjimêr, jibo armanca pîvandinâ germayiyê ya ji guh hatiye sêwirandin. Jibo pîvand-
inên cihê din ên laş vê germjimêrê bikarneynin.
3. Amûrê ziwa bigirin û ji cihên ku ew dê lê li dij hêwiyê, aviyê, germahiya bilind, toza zêde
û tavê ya raserast dûçar bimîne dûr bigirin.
4. Ev amûr li hember derban bê sitar e. Vê amûrê nexin erdê an jî nehêlin li hember darbeyên
giran dûçar bimîne.
5. Amûrê netewînin.
6. Amûrê ji hev venekin an jî li ser wê guhertinan nekin.
7. Amûra ku temenê wê yê bikaranînê xelas bûye, ji kerema xwe re bi avêtiyên malî re
neavêjin.
8. Probê nekelînin.
9. Ger amûr bêpergal bixebite an jî tu peyamên şaşiyê nişan bide, wê bikarneynin.
10. Jibo pakkirina amûrê, "Tîner" an jî "Benzen" bikarneynin.
11. Amûrê, beriya hûn wê hilînin bi jêbirinê pak bikin.
12. Dema we amûr ji cihekî ku germahiya wê di bin an jî di ser 10~40°C (50~104°F) re ye
derxin, beriya ku hûn wê bikarbînin herî kêm 30 xulekan di germahiyeke di navbera 10~
40°C (50~104°F) de rawestînin.
13. Ger amûr dê demeke dirêj nexebite, pîla wê derxin.
14. Ger amûr li gor rêwerzên xebitandinê bê bikaranîn, hewcedariya wê ya kalîbrasyona ji
nû ve ya perîyodîk nake. Lê dîsa jî ger pirsên we çêbibin, ji kerema xwe re amûrê bibin
bayiyan.
15. Jibîrnekin ku ev amûr, amûrekî lênerîna tenduristiyê ya di nav malê de ye û tu car ne jibo
ku cihê fikrên xebatkarê bijîşkî bigire hatiye sêwirandin.
16. Vê amûrê jibo tu pirsgirêkên tenduristiyê an jî nasîna nexweşiyekî û dermankirina wê
bikarneynin. Encamên pîvandinê tenê jibo referansê ye. Ger pirsgirêkên we yê bijîşkî hebin
an jî hûn ji tenduristiya xwe bi şik bin, serî li bijîşkê xwe bidin. Bêyî ku hûn fikrên bijîşkê
xwe an jî xebatkarê xwe yê bijîşkî negirin, dermanên xwe neguherînin.
17. Ev amûr, ku ne li gor germayî û navberên hêwiyê yên di diyarkirinên di bin sernavê "Tay-
betî" de hatine nîşandan bê hilanîn an jî bê bikaranîn, dibe ku taybetiyên performansa
xwe bi cih neyne.
18. Jibo ku dikare biteqe, pîl, divê bi awayekî zêde germ bibe neyê şerjkirin an jî li cihê germ
neyê sekinandin.
19. Di nav parçeyên germjimêrê de yên biçûk (weke pîl) ku zarok dikarin wan daqurtînin
hene. Ji ber vê yekê, amûrê li cihê nêzî zarokên ku mezinekî wan ne li cem wan e nehêlin.
20. Germjimêra guh, jibo jê pîvandinên germayiyê yên rast bê bidestxistin, divê rast bê bici-
hkirin.
21. Ger hûn xwe weke nexweş hîs bikin, teqez biçin xwe pêş bijîşkekî bikin.
22. Di derheqê tenduristiya xwe de tenê bi nêrîna hebûn an nebûna tîna laşê xwe biryar nedin.
All manuals and user guides at all-guides.com
35

Publicité

Table des Matières
loading

Table des Matières