Amadeyiya jibo pîvandinê
Bicihkirina pîlan
• Devika beşa pîlan ya li aliyê pişta amûra pîvandinê ye vekin.
• Çar pîlên 1,5 V tîp AA (LR06 tîpa alkalîn), di beşa pîlan de bicihbikin. Teqez, bi baldariya
awayê ku salisê pîlan dê li gor nîşanên wan dirust be pêvebikin/bicihbikin. Pîlên ku
dikarin bêne şarjkirin/dagirtin bikarneynin.
• Devika beşa pîlan bi awayekî baldar ji nû ve bigirin.
Ger 4 dengên akûstîk ên hişyarkirinê bêne bihîstin û di heman demê de li ser ekranê jî
nîşana wan xuyanî bibe, ev tê wateya ku êdî pîvandin nekare bê kirin û tev pîl divên bêne
guhertin. Bi dû derxistina pîlan ya ji amûrê re divê saet ji nû ve bê eyrakirin. Pîlên xelas-
bûyî, divê bi avêtiyên malî re neyên avêtin. Van pîlan, radestî firoşgeha amûrên elektronîk
an jî navenda avetiyên hêja a herêmî bikin. Pêkanîna vê jibo we weke zagonî pêwîst e.
Têbinî: Ev nîşane, li ser pîlên di nava xwe de
daringên bi xetere dihewînin dabîn dibe: Pb:
Pîl zirîç dihewîne, Cd: pil kadmîyum dihewîne,
Hg: Pîl civa dihewîne.
Eyarkirina mêjû û saetê
Divê hûn mêjû û demjimêrê teqez eyar bikin. Bitenê dema hûn mêjû û demjimêrê eyar
bikin hûn dikarin nirxên pîvandinên xwe tomar bikin/hilînin û bi dû de dîsa dikarin lê
binêrin. Şêweya pêşandana demjimêrê "12 saet" e; yanî demjimêr ji saet 13.00'an pê
de dê weke "01.00" bê pêşandan. Jibo peyikandina mêjû û demjimêrê, rêwerzên li jêr
hatine nivîsin bipeyikînin:
• 2 caran pêl bişkovka "SET" bikin.
• Bi bişkovkên "+" an jî "-" pêşî heyvê/mehê weke "1-12" eyera bikin û bi bişkovka
"SET" erê bikin.
Nirxên "Roj/Saet/Xulek" eyar bikin û her carê bi pêlêkirina bişkovka "SET" erê bikin.
Jibo derketina ji moda eyarkirinê pêl bişkovka
bikin.
63