Télécharger Imprimer la page

vivocare Guardy Mode D'emploi page 60

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 34
• Kafê, bi milekî ku damarê wê ya xwînber an jî ya xwînhêner di pêvajoyeke dermankirina
bijîşkî de ye ve girênedin. Mînak; têketina întravaskuler, dermankirina întravaskuler an
jî arterîovenoz (A-V-) bypass.
• Kafê, bi milê nexweşên ku amputasyona pêsirê kirine ve pêvenekin.
• Kafê li ser birînan bicihnekin, berevajî vê dikare birîndarbûnên din pêk bên.
• Amûra pîvandina tansiyonê hûn dikarin bitenê bi pîlan bixebitînin.
• Girtina xweber a amûra pîvandina tansiyonê, jibo paşrojmendiya pîlan bêne kirin, bi
awayê ku heta 3 xulekan pêl tu bişkovka wê neyê kirin dê pêk bê.
Agahiyên derheq lênerînê û hilanînê
• Amûra pîvandina tansiyonê ji parçeyên elektronîk û hestiyar pêk tê. Hestiyariya nirxên
wê yê pîvandinê û temenê wê ya bikaranînê, giredayî bikaranîna wê ya bi baldarî ye:
– Amûrê ji derban, ji hêwiyê, ji qirêjê, ji guherînên germayiyê yên zêde ji hev cuda û ji tava
rasterast lê bide biparêzin.
– Amûrê nexin erdê.
– Amûrê li nêzî nêvengên ji aliyê elektromanyetîk ve bi hêz bikarneynin û ji pergalên
radyoyê an jî ji telefonên desta li dûr bigirin.
– Bitenê kafên yêdek yê bi amûrê re hatine dayin an jî yê orjînal bikarbînin. Berevajî vê,
dikare nirxên şaş ên pîvandinê bêne bidestxistin.
• Heta ku kaf bi amûrê ve neyê pêvekirin, pêl bişkovkan nekin.
• Ger amûr dê demeke dirêj neyê bikaranîn, pîlan jê derbixin.
Agahiyên derheq pîlan
• Ger pîl bêne daqurtandin, dikare bibe xetereya jiyanî, Ji ber vê yekê, pîlan û parçeyên
din, li cihên ku zarok nekaribin xwe bigihîninê hilînin. Ger pîl bêne daqurtandin divê
tavilê piştgiriya bijîşkî bê daxwazkirin.
• Pîl divê neyên şarjkirin/dagirtin an jî bi tu rêbazên din ew nêyên aktîfkirin/kartêkerkirin,
parçeyên wê ji hev neyên vekirin, neyê avêtin a nav agir û neyên kurtevedorkirin.
• Dema hêza pîlan xelas bibe an jî hûn dê amûrê demeke dirêj bikarneynin, pîlan ji amûrê
derbixin. Bi vî awayî hûn dê bergiriya xesarên ku dikarin ji ber herikîna pîlan pêk bên
bikin. Tev pîlan her tim bi hev re biguherin. Pîlên ji hev cuda, markeyên ne ji hev an jî
pîlên ne di hêza hev de ne bikarneynin. Pîlên alkalîn bikarbînin.
60

Publicité

loading

Produits Connexes pour vivocare Guardy