Télécharger Imprimer la page

vivocare Guardy Mode D'emploi page 59

Publicité

Les langues disponibles
  • FR

Les langues disponibles

  • FRANÇAIS, page 34
Hêwiya jibo depokirinê tê pêşniyarkirin
RH <95%
Ji hêwiyê biparêzin
HR (SN) Hejmara rêzeyê
SN
Nîşana CE, guncaniya bi şertên bingeh yê rêwerza 93/42/EEC a jibo
amûrên bijîşkî bi belge dike.
1984
Agahiyên derheq bikaranînê
• Jibo hûn nirxên pîvandinên xwe bikaribin bidine ber hev, tansiyona xwe her roj di he-
man saetê de bipîvin.
• Beriya her pîvandinê herî kêm nêzî 5 xulekan rawestin!
• Ger hûn bixwazin ku ji kesekî ji carek zêdetir pîvandinan bigirin, di navbera her pîvand-
inê de herî kêm 5 xulekan rawestin.
• Beriya pîvandinê herî kêm bi 30 xulekan divê tu tişt neyê xawrin, neyê vexwarin, cîgare
neyê kişandin an jî hîndariyên fîzîkî neyên kirin.
• Ger hûn ji nirxên hatine bidestxistin bi şik bin, pîvandinê dubare bikin.
• Nirxên pîvandinên yên ku ji aliyê we ve hatine destnîşankirin, bitenê jibo armanca agahî-
dayinê ye û cihê mûyaneya ji aliyê bijîşkê we ve hatiye kirin nagire. Nirxa pîvandina xwe
bi bijîşkê xwe re parvebikin û tu car li gor ji nirxê we bi xwe bidestxistiye tevnegerin û
derheq tenduristiya xwe tu biryaran nedin (Mînak; derman û dozaja wê)!
• Amûra tansiyonê li ser pitikên nû çêbûne, jinên ducanî û nexweşên "preeklampsi"yê (di
pêvajoya ducantiyê de hilkişîna tansiyonê ya bêsedem) bikarneynin.
• Rewşeke weke nexweşiyên dil û pergala fetla/gera xwînê li dar be, dikare pîvandinên
şaş pêk bên an bandora neyênî li dirustiya pîvandinê bibe. Ev di heman demê de dikare
di rewşên weke tansiyona biçûk, diyabet/nexweşiya şekir, fetla/gera xwînê, nexweşiyên
rîtma dil û nobetên ricifînê an jî di rewşa ricifînê de dikare derkeve holê, pêk bê.
• Amûra pîvandina tansiyonê, bi amûreke ameliyatê ya xwedî frekanseke bilind re divê
neyê bikaranîn.
• Vê amûrê, bitenê li ser kesên ku berfirehiya jora milê wan di guncaniya pîvanên hatine
diyarkirin de bin bikarbînin.
• Di dema nepixandinê de, bidin ber çav ku di lebata ev amûr li ser tê xebitandin de
dikare astengiya tevgerê/bikaranînê pêk bê.
• Fetla/gera xwînê, divê ji demeke jibo pîvandina tansiyonê pêwist e zêdetir neyê asteng-
kirin. Dema amûr di rewşeke şaş bixebite, kafê ji milê xwe vekin/derbixin.
• Bergiriya asêmayina mekanîk a xortoma kafê, perçiqandina wê an jî tewandina wê
bikin.
• Bergiriya di kafê de, bi awayeke berdewamî hebûna pestoyê bikin û pîvandinên pirr
bi dû hev de nekin. Ji ber vê yekê, fetla xwînê dikare bê astengkirin û ev jî dikare bibe
sedema birîndarbûnan.
59

Publicité

loading

Produits Connexes pour vivocare Guardy