Mişexurê Elektromanyetîk
Di hacetê de perçeyên zîzên elektronîk (kombersa mîkro) heye. Ji ber vê yekê,
hacetê ji cîhên kehreyî û elektromanyetîk yên bi hêz (mînak wek telefona berîkê,
firna hûrpêl) dûr bisekinin. Dibe ku evana bişiklekî bihorbar bibine sedemê
xirabûna rastiya pîvanê.
2. Agahiyên girîng derbarê Tansiyonû pîvana tansiyonê de
2.1. Tansiyonê bilind/ketî çewa dertê holê?
Radeya tansiyonê di beşa ku jê re navenda gera mêju tê gotin tê diyar kirin
û lêanîna wê tê pêk anîn li gor rewşa tê dîtin bi rêya xwedî kirina şûnda ya
sazûmana tûreyê ve. Ji bo rastbûna tansiyonê, quweta lêdana dil û pêlê wê
û digel firehiya temarên xwînê tên guhertin. Eva dawiyê rayedar dibe ji rêyê
masûlkeyên zirav yên di dîwarên temarê xwînê de. Radeya tansiyona ya di
şahrega de, di dema xebata dil de bi şiklekî vedorî dugehere. Di dema «pompe
kirina xwînê de» (sîstolîk) nirx derdikevine radeya pirtirîn (nirxê tansiyonê ya
sîstolîk), lê di dawiya «dema vêsabûna dil» (diyastolîk) de peyayê radeya kêm-
tirîn dibe (nirxê tansiyonê ya diyastolîk). Divê ku nirxên tansiyonê di navbereke
adetiya kifş de be da ku hin nexwaşî bêne pêşî birîn.
2.2. Kîjan nirx bidestûr in (adetî ne)?
Di dema vewestanê de tansiyon pir bilinde, pesta diyastolîk li ser 90 mmH-
gyê ye û/an jî pesta xwîna ya sîstolîk li ser 160 mmHgyê ye. Di rewşeka wiha
de hema bi bijîşkê xwe bişêwirin. Tansiyona ku demeke dirêj di van nirxan de
bimîne yê tenduristiya we hedid bike bi sedemê ziyana ku digihîne temarên
xwînê yên di bedenê de.
Eger nirxên pesta xwîna ya sîstolîk di navbera 140 mmHg û 160 mmHg de be
û/an jî nirxên pesta xwîna ya diyastolîk di navbera 90 mmHg ile 100 mmHg de
be, dîsa bi bijîşkê xwe bişêwirin. Digel wê yê sehêtiyên biserûber yên ku hûn
xwe bi xwe pêk bînin gerek be. Ger nirxên tansiyona we pir ketî be, mîna kû
nirxên we yên sîstolîk di bin 100 mmHg de be û/an jî nirxên we yên diyastolîk
di bin 60 mmHg de be, dîsa bi bijîşkê xwe bişêwirin. Her çiqas tansiyona we di
nirxên adetî de be jî dîsa sehêtên biserûberên ku hûn xwe bi xwe bi haleta xwe
tansiyonê pêk bînin tê şîret kirin. Bi vî şiklî hûn dikarin her guherînekî bigumanê
di nirxên we de biqewime pêşta bipeyîtînin û li hember wê bergiriyên rewa bi-
girin. Eger hûn ji bo pêkanîna sehêta tansiyona xwe tedawîyeka bijîjkî dibînin,
di seetên kifşe de ji rojê xwe bi xwe pîvanên birêkûpêk bikin û qeda radeya
tansiyona xwe bigirin. Van qeydan nîşî bijîşk bikin.
67