Pakkirin Û Hilanîn - vivocare Speedy Mode D'emploi

Table des Matières

Publicité

Derbasbûna di Navbera Fahrenheit Santîgrat
1. Ji girtîbûna amûrê bawer bibin. (An jî bi qasî 3 çirkeyan bi pêlêkirina bişkovka "Veke/
Bigire/Bîr" ê hûn dikarin amûrê bigirin.)
2. Bişkovka "Destpêk" ê pêlêkirî bigirin, bi dû de heta li ser LCD'yê "°C" xuyanî bibe,
bişkovka "Veke/Bigire/Bîr" ê pêlêkirî bigirin.
3. Jibo pîva tê xwestin ku weke "°C" an jî "°F" bê hilbijartin, pêl bişkovka "Destpêk" ê
bikin, dema we jibo pîvekî biryar da, 5 çirkeyan rawestin, eyar dê xweber bê erêkirin û
hûn dê 2 dengên "bîp" yê kurt bibihîzin.
Pîvandina germayiya tiştan
Dema hûn bixwazin ku germayiya tiştekî bipîvin, divê hûn amûrê derbasê "Moda Tiştan" bikin.
1. Ji girtîbûna amûrê bawer bibin.
2. Bişkovka "Destpêk" ê pêlêkirî bigirin, bi dû 3 çirkeyan de dê li ser ekranê dê ev nişan xuyanî
bibin:
3. Dema moda ku tê xwestin li ser ekranê xuyanî bibe, bişkovka "Destpêk" ê berdin. Dê den-
gekî "bîp" ya kurt bê bihîstin.
4. Amûr dema di "Moda Tiştan" de be, jibo bidestxistina germayiya rastîn, pêl bişkovka "Dest-
pêk" ê bikin.
Têbinî:
1. Pîvandinên germayiyê yên ji bo avê, şîr, çerm, an jî tiştên din di nav peyikandinan de ne.
2. Ev mod; weke ji germayiya laş cuda, tiştên ku germayiya wan nehatibin eyarkirin,
yên rastîn nişan dide.
Pakkirin û hilanîn
1. Prob, parçeyê herî hestiyar yê germjimêrê ye. Dema hûn lensê pak
bikin jibo xesarê nedinê bi pûte tevbigerin.
2. Jibo hûn lensê (li aliyê hundir yê probê) pak bikin ji kerema xwe re
pembûyê paqijkirinê yê jibo guhan yê bi alkol (%70 konsantrasyon)
bikarbînin.
3. Herî kêm 5 xulekan bisekinin ku prob bi temamî ziwa bibe.
4. Navberiya germayiya hilanînê: di navbera -25~+55°C de di germayi-
ya cihê weke malê de, di hêwiya rolatîf ya <=%95'an de bê hilanîn.
5. Amûrê ji hemî tiştên avî, ziwa û ji tîrêjên rojê yên rasterast dûr bigrin.
6. Prob, divê di nav tiştên avî de neyê dakirin.
7. Dema amûr ket, ji kerema xwe re venêran bikin bê xesar tê de bûye
an nebûye. Ger hûn nekaribin jê bawer bibin, jibo kalibrasyona giştî
ya amûrê, wê bibin bayiyê herî li nêz.
8. Dema germjimêr demeke dirêj di dest de bimîne, dikare bibe sedema
ku prob germayiyeke nêveng a bilind bixwîne. Ev, dikare pîvandina
germayiya laş ji nirxa asayî kêmtir nişan bide. Heta pêdivî pê nebe,
dest bi beşa prob ya germjimêrê nedin.
17

Publicité

Table des Matières
loading

Produits Connexes pour vivocare Speedy

Table des Matières