Destpêk
Jibo ku we Breathy Nebulîzora bi Kompresor kiriye em sipas dikin. Bi
nêrîn û bikaranînekî rast, nebulîzora we bi salên dirêj dermankirineke
bi ewle dê pêşkêşî we bike. Ev amûr bi hêza Standart AC'yê dixebite. Pêşkêşkirina
dermankirinên wê ya bi awayê bi lez, bi ewle û pratik, jibo kesên di her temenî
de vê amûrê dike weke amûrekî îdeal. Jibo hûn taybetiyên nebulîzorê hîn bibin,
em xwendina we ya vê rêberê ya bi kitekit pêşniyar dikin. Nebulîzora we ya bi
Kompresor, divê di bin çavdêriya bijîşkekî xwedî-lîsans û/an jî terapîstekî hilmijê de
bê bikaranîn. Bi bijîşkê xwe û/an jî terapîstê xwe yê hilmijê re, bi zanîna ku ji bo
rewşa we ya respîratuar hûn dermankirinên înhalasyonê ya herî bandorker digirin,
hûn dikarin xwe rehet û bi ewle hîs bikin.
TÊBINÎ: Nebulîzora we, jibo nexweşiyên weke KOAH û nexweşiyên din ên
rêya hilmijê ku jibo dermankirina wan, pêdiviya dermanên di halê weke ae-
rosol de ne dixwaze hatiye sêwirandin. Jibo diyarkirina, erêkirina bikaranîna
dermanê we yê bi reçete ya di vê nebulîzorê de ji kerema xwe re serî li bijîşkê
xwe û/an jî dermanfiroşê xwe bidin. Jibo tîp, doz û rejîma derman, rêwerzên
bijîşkê xwe û/an jî terapîstê xwe yê hilmijê bişopînin.
Ev amûr, rêwerzê konseya AT 93/42/EEC (Rêwerza Amûrên Bijîşkî) û stan-
darta Ewrûpa EN 13544-1:2007+A1:2009 ekîpmanên dermankirina
hilmijê – Beş 1: Hikmên pergal û bihevketiyên nebulîzasyonê dihewîne.
Beriya hûn vê amûrê bikarbînin ji kerema xwe re rêberê bi baldarî
bixwînin û hilînin.
Hişyarî
Dema hûn nebulîzorê bixebitînin ji kerema xwe re pêşgirtinên jibo ewlehiye
bipeyikînin. Ev amûr bitene li gor armanca sêwirandinê ya di rêberê de hatiye
ravekirin û bi dermanên di çarçoveya rêwerz û çavdêriya bijîşkê we de divê
bê bikaranîn. Amûrê di dewreyên hilmijê yên anestezîk an jî ventîlator de
bikarneynin.
Hişyariyên amûrê
BERIYA HÛN BIKARBÎNIN YÊN Lİ JÊR BİXWÎNİN
• Jibo pêşgirtina pêvedana elektrîkê: amûrê ji avê dûr bigirin.
• Kabloya hêzê ya amûrê bi destên şil negirin.
• Amûrê di nav aviyê de danekin.
• Dema hûn serşuştinê bikin bikarneynin.
• Destpênedin amûra ku ketiye nav avê – tavilê ji prîzê derbixin.
• Parçeyên bi xesar (kabloya hêzê an jî fiş jî tê de) hebin, di avê de çikiyabe an
jî ketibe, amûrê bikarneynin. Amûrê, tavilê bibin muayene û restorekirinê.
• Amûr li cihên ku daringên şewatok, spreyên aerosol an jî oksîjên têne
bikaranîn divê neyê bikaranîn.
• Qewarên hewayê ya amûrê vekirî bigirin. Amûrê, li cihên nerm ku aliyên
wê yên vekirî dê bêne girtin daneydin.
• Ger xezneya derman vala be, amûrê bikarneynin.
• Ger rewşeke derasayî pêk bê, heta sedema rewşê lê neyê kolan û neyê
restorekirin nexebitînin.
• Dema amûr bixebite, wê nehejînin an jî netewînin.
• Beriya bê pakkirin an jî bê dagirtin û bi dû her bikaranînê de amûrê ji
prîzê derbixin.
• Parçeyên ji aliyê çeker ve neyên pêşniyarkirin li ser amûrê bikarneynin.
Hişyariyên Kirarî
• Amûr, dema ji aliyê zarokan an jî ji aliyê nexweşên ketandî ve bê bikaranîn,
çavdêriyeke bi baldarî ya mezinan bi misogerî tê pêşniyarkirin.
• Aliyê ku dûkela derman jê derdikeve ji çavên xwe dûr bigirin.
• Zerengiya herî zêde ya xezneya derman 5 ml ye, divê zêde neyê dagirtin.
6
• Di dema ajotina seyareyê de vê amûrê bikarneynin.
Hişyariyên Hilanînê
• Amûrê li cihê ku tava rasterast lêdide, di nav germayiya bilind de an jî li
cihê bi hêwî hilneynin.
• Amûrê li cihê ku zarok dê nekaribinn xwe bigihîninê hilînin.
• Dema amûr neyê bikaranîn, fîşa wê her dem ji prîzê derbixin.
Hişyariyên Pakiyê
• Beriya her bikaranînê, pêşî fîltreya wê ya hewayê, nebulîzorê, cihê dev û tev
bihevketiyên din ên girêdayê xwestekê ne venêran bikin. Parçeyên qirêj an jî
kevn bûne divê bêne guhertin.
• Amûrê di avê de danekin; dibe ku xesarê bideyê.
• Amûrê, beriya pakkirina wê ji prîzê derbixin.
• Bi dû her bikaranînê de tev parçeyên wê yê pêwîst, li gor rêwerzên di vê rêberê
de ne pak bikin.
HIŞYARIYÊN BIJÎŞKÎ:
Armanca vê rêberê û ya amûrê, ne jibo ku cihê dîtinên ku bijîşkê we an
jî xebatkarê bijîşkiyê dê bide we bigire ye. Vê amûrê an jî agahiyên di vê
rêberê de têdayîn, jibo dermankirina tu pirsgirêkên tenduristiyê an jî nasîna
nexweşiyekî û reçetekirina wê bikarneynin. Ger pirsgirêkên we yê bijîşkî
hebin an jî hûn ji tenduristiya xwe bi şik bin, tavilê serî li bijîşkê xwe bidin.
Taybetiyên Amûrê
Hêz
Bikaranîna Hêzê
Asta Deng
Nevberiya Pestoya Kompresorê > 29 Psi (0,2 MPa)
Nevberiya Pestoya Xebitînê
Navberiya Herikîna Lîtreyê
Nevberiya Germayiya Xebitînê 50 û 104°F (10 û 40°C)
Nevberiya Hêwiya Xebitînê
Nevberiya pestoya
xebata atmosferîk:
Nevberiya Germayiya Hilanînê -4 û 140°F (-20 û 60°C)
Nevberiya Hêwiya Hilanînê
Mezinayî (D x F x B)
Giranî
Zerengiya Derman
Mezinayiya Parçeyên Biçûk
MMAD
Dv50 (Sprytec)
Leza Navînî ya Nebulîzasyonê
Wane tam vekirî
Waneya Girtî
Aksesûarên Standart
*Bêyî agahdariya wê bê kirin, li ser taybetiyan dibe ku guhertin bêne kirin.
* Jibo agahiyên hê bi pûte, li forma agahiyê ya peydeker binêrin. Jibo agahiya
berfirêh li reçeteya derman binêrin.
AC 230V/50Hz an jî AC 220V/60Hz
< 130 W
< 55 dBA (1 metre bi dûrî Breathy'ê ve)
> 15 Psi (0,10 MPa)
>3.5 lpm
10 û 90% hêwiya rolatîf
800-1060 hPa
10 û 90% hêwiya rolatîf
280mmx190mmx100mm
(11.02x7.48x3.93 inches)
1800 g (bêyî aksesûar)
5ml(cc)
0,5 ila 10μm (%85)
< 3.0 μm
< 5.0μm
> 0.4ml/dk (%0.9 Solusyona Salîn)
> 0.15ml/xulek (%0.9 Solusyona Salîn)
Kita Nebulîzorê, Lûleya Hewayê, Cihê Dev,
Fîltre (5 lib), Maskeya mezinan û zarokan