Pîvana germahiya odeyê: 5-50 ℃ /41-122℉
Deh pîvanên borî di hafîzeya xwe de digire
Mezûraya girêdayî amûrê – 150cm
Nîşana pîla qels
Pîl – 4 x AA 1.5V alkalîn (cez bihevra)
Germahiya derdora xebatê: 10-40 ℃/ Germahiya derdora xebatê: 0-104℉
Para çewtiyê: ±(3‰+5g)
Germahiya derdora hilanînê: -10-50 ℃ / Germahiya derdora hilanînê: 41-122℉
Rêjeya rewayê: <=90% rewaya rolatîv
Pêşniyazin
•
Heger hûn mêzînê zêde bi kar nayînin, pîlan derxin.
•
Mêzînê dayînin ser zemîneke şahîk û rast.
•
Barê zêdeyî kapasîteya wê li mêzînê nekin.
•
Bala we lê be, li bin guhê wê nekevin an ji destê we neşemite û nekeve.
•
Ji bo paqijkirina wê, kîmyasalên xurt an jî şilahiyên sert ên paqijiyê bi kar neyînin.
•
Bala we lê be, bila negihîje avê an şilahiyeke din.
•
Heger mêzin baş neşixule pîlan derxin, çend xulekan bisekinin û dîsa pîlan bi cih bikin.
Pîvana giraniyê:
•
Çar pîlên nû têxin beşa pîlan ya di binê mêzînê de. Devgira beşa pîlan dîsa têxin cihê wê.
•
Mêzînê dayînin ser zemîneke şahîk û rast. Hûn dikarin betaniyeke biçûk li ser sêniya mêzînê raxin.
•
Pê li bişkoka ON/OFF bikin da ku bixebitînin.
•
Wê li ekranê jimara 88888 xuya bibe.
•
Heta ku jimara li ekranê bibe 0.000 kg bisekinin.
•
Pitikê tam dayînin orta sêniyê.
•
Wê giraniya pitikê heta 60 çirkeyan li ekranê xuya bibe.
•
Ji bo ku hûn mêzînê manuel bigirin pê li bişkoka ON/OFF bikin. We pê lê kir pê ve piştî 60 çirkeyan
wê mêzîn jixweber bê girtin.
Piştî ku we dara lê zêde kir biwezinînin
Dema ku mêzîn vekirî be û li ekranê 0.000 kg xuya bibe, heger hûn tiştekî dayînin ser mêzînê, mîsal betaniyek,
wê giraniya betaniyê jî xuya bibe. Pê li bişkoka TARE bikin da ku dîsa vegerin rewşa 0.000kg. Piştî vê yekê hûn
dikarin pitikê têxin mêzînê û biwezinînin.
Nîşana Kêmekê – Dema ku mêzîn vekirî be û li ekranê 0.000 kg xuya bibe, heger hûn tiştekî dayînin ser mêzînê,
mîsal betaniyek, dûre hûn tavilê rahêjin betaniyê, wê li ekranê nîşaneke kêmekê xuya bibe.
Pê li bişkoka TARE bikin da ku dîsa vegerin rewşa 0.000kg.
Ku pîvanên berê dîsa xuya bibin:
Dema ku mêzîn vekirî be pê li bişkoka SET bikin. Wê encamên pîvanên berê xuya bibin li ekranê. Hûn li ser hev
pê li bişkoka SET bikin, hûn dikarin deh pîvanên berê bibînin. Wê encama pîvanê bi qasî 3 çirkeyan li ekranê xuya
bibe û dûre dîsa derbasî moda wezinandinê bibe.
Guhertina yekeya pîvana giraniyê:
Dema ku mêzîn vekirî be, ji bo ku yekeya pîvana giraniyê biguherin, pê li bişkoka UNIT bikin. Eyarên derketina
ji febrîqeyê li ser kg û °C ne.
Guhertîna yekeya pîvana germahiyê:
Ji bo vekirinê pê li bişkoka ON/OFF bikin.
Dema ku li ekranê jimara 88888 xuya bibe pê li bişkoka UNIT bikin. Ev yek dê bi tenê yekeya pîvana germahiyê
biguherîne.
Nîşanên di ekrana LCD de
Lo – Heger li ekranê "Lo" binivîse, nexwe pîl qels bûye. Pîlan bi yên nû re biguherin.
0-Ld – Tê wê maneyê ku barê zêde li ser mêzînê heye. Nexwe barê li ser, ji 20.10 kg'man zêdetir e. Divê hûn
tavilê rahêjin vî barî ji ser mêzînê.
UnST –Heger hûn hewl bidin mêzînê dîsa bînin rewşa 0.000kg û mêzîn ne sabît be, wê li ekranê nivîsa UnST
xuya bibe. Piştî ku hûn amin bûn ku zemîna mêzînê şahîk û rast e, dîsa biceribînin.
Pîvana bejnê
Mezûrayeke vezelokî heye li aliyê rastê yê mêzînê. Ji bo ku bejna pitikê bipîvin, wê mezûrayê bikşînin.
Piştî ku karê we qediya pê li bişkoka plastic bikin da ku mezûra dîsa vegere hêlîna xwe.
7